Pêşgotina Seyyid Rezî (r.) ji bo Nehc-ul Belaxê

Ji bo pesndana Xweda çêtir e ku mirov hemdê, bihaya nîmetan, penageha belayan û wesîleyek ji bo gehîştina nîmetan, bihişta bê dawî, sedema zêdebûna ihsan û kerema wî pêk bîne. Selat û selam li ser Pêxemberê rehmet (s.’e.a.), rêberên ilahî û çiraya ronahîbexş a ummet, ku rehên heyîna wî giranqedrî, dara esl û nesebê wî pir bi pel û fêkî (bereket) bûye. Silav li ser Ehlê Beyta wî ku çirayên rewşenîbexş a tarîtîyan, wesîleya xilasbûn a ummetan, nîşanên ronak yên olê û navenda girana fezîlet û berzî ne. Silav li ser hemûyê wan be; silava ku digel fezl û mezinatîya wan, hemberî ke; û bila bibe xêr û xelata kiryarên wan; xêra ku minasib gel pakîya eslê wan e; silav li ser wana be heya dema ku sipîtîya sehra sibê tarîtîya şevê didirîne û stêrkan diçirûsin û ditemirin.

Di destpêka xortanî û terîya jîyana xwe da, bi amadekirina kitêbek di heqê “Xusûsîyat û taybetîyên Imaman (‘e.s.) da dest pê kir, ku şamilê xeberên qenc û peyvên hêjayê wan bû. Sedema vê ‘emel di despêka wê kitêbê da ji bo min hate bîranîn û min jî ewî despêka peyvê qirar da. Piştî komkirina taybetîyên Emîrê Muminan (‘e.s.) dijwarî û bûyerên rojê, min ji qedandina ê mayî ya kitêbê pêşî li min girt.

Min wê kitêbê beş beş kir û gel feslên têvel parve kir di dawîyê da, feslek ji peyvên calibê Imam (‘e.s.) ku ji gotarên kin di şîret, hikmet, mînak û adab da anî.

Hinek ji dostan, ewê calib û ecêbmayî, ji alîyê cûrbecûrê ve zanîn û ji min xwestin kitebekî amade bikim ku peyvên bijartî yên Emîrê Mumina (‘e.s.) di hemû cûreyî û bexşên muxtelif da, ji xutbe, name, şîret û edeb bila tê da kom be; ji ber ku dizanîyan ev kitêb xwedîyê ecayib yên belaxet, nimûneyên girangedr yên fesahet, cewhera peyv yên ‘ereb û nukteyên birqîn ji axiftinên olî û dinyewî ewê bibe ku di tu kitebekî da ne hatine komkirin û di tu nivîsînekî da hemû tiştên wê ne hatine pêkanîn; ji ber ku Emîrê Muminan (‘e.s.) rehê fesahet, serkanîya belaxet û çêkerê wana ye. Veşartîyên belaxet ji alîyê wî ve hate diyarkirin, qanûn û bingehên wê ji wî hatîye girtin; hemû peyvdaran ji wî peyrewî dikin û şîretvanan teva ji gotarên wî arîkarî digirin. Bi vî ra, her dem ew li pêş, ên din li paş bûn, ji ber ku peyvên wî kelameke ku deqa zanîna ilahî û bîhna peyvên Pêxenber (s.’e.a.) pê ra ne.

Lewmane min jî daxwazên dostan bi cîh anî evî karî dest pê kir. Di halekî da ku min yeqîn dikir sûd û kara m’enewîya wê pir e, û ewê zûka hemû cîha bike binê bandûra xwe û ecra wê ewê bibe zexîreya axîretê.

Mexseda min ev bû ku li rexê fezîletên bê jimar, mezinatîya qedr û şexsîyeta Emîrê Muminan ji vî alî ve rewşen bikim: Imam ‘Elî (‘e.s.) tenê kesekî ye ji nav hemû yên derbaz bûne ku peyvekî ji wan hiştîye, bi paşîntirîn merhela fesahet û belaxet gihaye û peyvên wî mîna oqyanûsek e bê dawî, ku peyvên tu xetîbek ewê negihîjin bi yên wî. Min jî xwest ez iftixar bikin bi Imam ‘Elî (‘e.s.), wek gotina helbestvanê navdar Ferezdeq (ku di helbestekî da pesnê bav û kalanê xwe ji Cerîr ra dide):

Ey Cerîr! Ev in bav û kalanê min, ger karibî bîne wek wan,

Dema ku em kom bûn di cavekî da.

Peyvên Imam ‘Elî (‘e.s.) li dora sê niqte yên girîng digerin:

Ewil- Xutbe û ferman

Duyem- Name û nivîsok

Sêyem- Peyvên bi hikmet û şîret in.

Min qirara xwe da di serî da xutba paşê nameyan û pişt ra jî peyvên hikmetî yên Hz. ‘Elî (‘e.s.) kom bikim. Paşê her yekî ji wan bexşekî taybet çê kir û jê ra rûpelên taybet ji bo wan çê kir bila heta bibe muqedimeyek ji bo dest êxistina ew tiştên ku destên min nagihîje wan; (û mimkûn e) paşê ez bigihîjim wan. Her car peyvek ji Hz. ‘Elî di barê behs û minazire an bersiva pirsiyarê an jî menzûrekî din bû ku gihîştibû destê min lê beşekî ji wan hersê ne bû, min ewî di minasibtirîn û nêztirîn beşî da anî. Eger di navbera ewa ku min hêlbijartîye feslên ne munezem û peyvên ne bi rêz hatine, ji ber ku min nukte û komekên ronak yên wî (‘e.s.) kom dikim û mexseda min paraztina hemû pêwendî û têkilîyên komekî jî nîne.

Ji ecêbîyên peyvên Imam (‘e.s.) ku ew bi xwe di vî zemînê da bi tenê ye û hevpar û hemtayek di wî (tiştî) da jê ra tune, ev e: peyvê wî ku di bara zuhd û şîretan da be her dem kesekî tê de bifikre ewê têbigihîje ku ev peyvê şexsekî mezin û bi qedr e ku hemû teva li beranberê wî stû xwar dikin; ewê şik û şubhê neke ku bêjerê vê peyvê kesekî ye ku tenê di gelîyê zuhd û teqwayê da gav ne avêtîye û tu mijûlîyetekî xêncî ibadetê ne kirîye. Ewê yeqîn bike ku ev peyv ji kesekî ye ku di kuncika malekî sape da û dûr ji civakê an di şigeftekî da disekine û xêncî dengê xwe ên din nabihîze ê xêncî kesekî dî nabîne û her dem bi ibadetê ra mijûl e. Ewê tu wext nikaribe bawer bike, ev peyva kesekî ye ku gava di herbê da dikeve nav behra leşkerê dijmin û palêwan û şervanê bi hêz yên wan li erdê dixe. Û ew bi vî hal kesek ji zahidan, kesek ji ferdên salih, pak û nimûnek e ku jê ra mînak tune. Ev e fezîletên ‘ecîb, şaşmaî û taybetîya letîfê wî ku kom kirîye di navbera (tiştên) bervajîyên hev in. Pir dibû min di vî barê da bi birayên xwe (dostan) hevpeyvînê dikir û min ‘ecîbmana wan ji vî taybetîya Imam (‘e.s.) zêdetir dikir û bi rastî ev bi xwe cîhê ibret e û layiqê fikr û raman e. Eger di nava peyvên ku hatîye hêlbijartin lefza dudil û an wateya ducar hatibe, ‘ozrê min di vî barê da ev e ku di riwayetên hatîye gotin gel peyvên Imam (‘e.s.) tê da ixtilaf heye: min carna peyvekî di riwayetekî da bi dest xist hema çawa bû min jî wusa veguhast. Pişt ra riwayetekî din di hema wê mijarê da ket destê min ku bi riwayeta pêşyê mîna hev nebû, lê ji ber ku mijarek zêdetir tê da hebû, an ji ber lefza calibtir ku tê da hatîye karandin, lazim bû min ewî jî bianîya. Ev jî mimkûn e ji ber bê hemdî û  ji-bîrkirin ne ji ber bi hemd ducar hatibe. Bi vî hal ez idia nakim ku min ji her alî ve peyvên Imam (‘e.s.) wusa xistîye bindestê xwe ku tu peyvek ji destê min ne çûbe; belkî ez dûr nizanim ku ew tişta min bi dest ne xistîye ji tişta ku di destê min da ye, zêdetir be. Lê wezîfa min xêncî koşîn a zêde ji bo bi destêxistina eva wunda bûye, nîne, ji Xweda jî dixwazim di vê rê da bila ji min ra rêberî ke. Piştî xilasbûna vê kitêbê min weha (minasib) dît ku navê wê “Nehcul Belaxe” daynim; ji ber ku ev kitêb derên belaxetê li ber çavan vedike û daxwazên wî li wî nêzîk dike. Ev kitêb him ji bo zanayan him ji bo xwendivanan lazim e û him jî daxwaza mirovê belîx û zahid tê da heye. Di navbera axiftinên Imam ‘Elî (‘e.s.) peyvên ecîb di barê tewhîd, ‘edl û tenzîha Xwedê ji şebahet bi mexlûq ra em dibînin ku têhnvana têr kirîye û perda ji ser tarîtîya şubhan radike. Ez ji Xwedayê mezin tewfîq û parastinî ji şimitîyan dixwazim, dîsa dixwazim ku di vê rê da berxwedan arîkarîyê bike para min û ji xetaya fikr berya xetaya ziman, ji xetaya axiftin berya şimitîya gavê, bila min biparêze. Ew besî me ye, baştirîn parêzer û yar e.

Sala 400-ê Hicrî (Koçî)

Eş-Şerîf ur-Rezî