Xwendevanên giranbiha ev kitêba li destê we de tercuma kitêba “Nehc-ul Belaxê” (rêçka xweş û baş axaftinê) ye. Ev kitêb komek ji axaftin û gotinên mîrê bawerdara, Imam ‘Elî (e.s.) ne, selamên Xwedê lê bin. ’Alimê mezin û pir zana Seyidê Rezî ev axaftinên mîrê bawerdaran li “Receb”a sala 400-ê h. heyvî, bi vî awayê hûn dibînin li sê pişka de berhev kiriye.
Pêşiya ku em derheq vê kitêbê û merhelên tercume û tehqîq û çap kirina wê de hinek zanîna pêşkêşê we ‘ezîza bikîn, ya baş ew e em digel nivîserê wê herçend kurt nas bibîn:
Wiladet: ’Alimê pir mezin “Eb-ul Hesen” Muhemmedê korê Huseyn ku pê naznavê “Seyidê Rezî” hatiye nas kirin, li sala 359-ê h. li Bexdayê hatiye dinyayê. Ev ’alimê giranqedr digel hebûna riĥek mezin û xwe parêziyê ji zuriyeta Pêxemberê Xwedê (s) bû. Ev zanayê dînî li malbatek pir bi qedr û qîmet de hatiye dinyayê û neseba wî li pênc babka de dighê imamê heft yê Ehlê Beyta Pêxember, yanî Imam Musayê Kazim (selam û selatê Xuda li ser wa bê).
Dayika Seyidê Rezî jî jinekî qabil û ’alime û seyid bûye. Navê wê Fatime ye û ji neviyên Nasirê Kebîr e ku li sê babka de dighê imamê çarê yê mala Pêxember (s) yanî Imam Zeynel Abidîn korê Imam Huseyn selamê Xwedê li wa bê. Ji vê binemalê gelek ’alimên mezin yên dî jî rabûne, yêk ji wan birê wî yê mezintir “Seyid Murteza yê ‘Elem ul huda” ye, ewî hemî ‘ilm û zanînên “eqlî” û “neqlî” ku li cihana islamê de hebûn xwendin û piştî “Şêxê Mufîd” rêberî ya ’ilmî ya peyrewên Ehlê Beytê bi hêviya wî ve bû.
Seyidê Rezî kesatiyek pir mezin li cihana Islamê de hebûye, binemala wî jî hem ji aliyê bab ve û hem ji aliyê daykê ve pir bi qedr û qîmet bûye. Tarîx dinivîsin ku: Şêxê Mufîd ’alimê berketî yê wî zemanî bûye, ew li mehela “Kerx” ya Bexdayê de jiyaye û li mizgefta wê mehelê de dersa dînî daye û pir feqiyên wî hebûne. Ew şevekî li xewna xwe de dibînê ku Hezretê Fatima keça Pêxember (s) destê Hesen û Huseyn girtine û hat balê û gotê: “Ey Şêx! Eva herdu korên min bi’elimîne hukmên dînî (fêre fiqhê bike)”.
Ew ji ber vê xewnê şaş dibê û heyrî dimînê, heta sibehî ku diçê mizgeftê, wekî dinêrê Fatima keça Nasir digel çend jina hatin mizgeftê û ewê destê dû korên xwe “Seyid ‘Eliyê Murteza” û “Seyid Muhemmedê Rezî” girtine û hat gotê: Cenabê Şêx! Ez hatime de tu eva herdu korên min bi’elimênî hukmên dînî û şerî’etê nîşa wan bikî.
Seyidê Rezî bin deh saliyê ra des avêtiye xwendinê û pir bi viyan ders xwendiye heta ku hêca balix nebûyî ’ilmên li wê herêmê de dihatan xwendin hemî xilas kirin. Li deh saliyê de dest avêtiye nivîsîna şi’ran û vê gavê ew şi’rên li deh saliyê de nivîsiyîn li dîwana wî ya şi’ran de hatine parastin. Li 17 salî ya xwe de des avêtiye ders danê û li 20 salî ya xwe de ji hemî ‘ilm û zanînên li zemanê wî de heyîn behremend bûye.
Li 21 salî ya xwe de yanî li sala 380-ê h. bûye xweyê sê meqamên mezin, yanî: “Neqabet” (Neqabet, li wî zemanî de navê teşkîlat û kombestekî bû ku xwe li Seyyida û Talibiya dikira xudan û kar û barêwa rê ve dibiran. Evê kombestê di gelek ciha çiqên xwe hebûn ji bona re’îsê her çiqekî digotan “neqîb” û ewa hemiyan jî vêca mezinek û berpirsyarek hebûn ku digotanê “neqîb-un nuqeba”. Ev mezinê he, ji nav zanatirîn û xwey esl û nesebtirîn û layiqtirîn seyyidên Ehlê Beyta Pexember (s.a) dihatan bijartin. Seyidê Rezî li çil û sê saliyê de gihaye vî meqamî. Zanîna pitir li vê derheqê de li kitêba “Ehkamu-s sultaniye” ya Maweridî sefha 94 de bixwînin) û “Serpêşiya heciyên mala Xwedê û berpirsyarî ya Ke’bê” û “Çavdêrî ya li ser dîwana girtina heqê mezlûman” maye bi hêviya wî ve. Li 29 saliyê de naznavê “Şerîfê Ecel” û li 31 saliyê de “Şerîfê Rezî” jê re hat dayîn û li sala 403 h. de jî bû “Neqîbûn-Nuqeba” . (Ji bona nas kirina zêdetir ya vî seyyid û ‘alimê mezin binêrin kitêbên jêrî: El-xedîr / c.4, s.182; Yetuymet-ud dehr, Se’alibî / c.3, s.116; Tarîxa bexdadî/ c.3, s.246; Kamil a ibn Esîr/ c.9, s.89; El –Muntezem, ibn Cewzî/ c.7, s. 279; û kitêbên dairet-ul me’arifa)
Seydayên Seyidê Rezî: Nivîseran navê 14 seydayên Seyidê Rezî li kitêbên xwe de nivîsîne, ku li bal her yêkî hinek ‘ilm xwendine, hinek ji wan ev in: 1- Seyrafî, ku Seyidê Rezî li 13 salî ya xwe de li balê feqatî kiriye. 2- ‘Ebdullahê Merzbanî, wefatkiriyê sala 384 h. 3- Ibn Cinnî yê Musilî, ku Seyidê Rezî li kitêba “El Mecazatu-nnebewiyye” de pir gotin ji wî gêrane. 4- ‘Ebdurrehîm ibn Nebate, wefatkiriyê sala 395 h. 5- ’Alimê Malikî mezheb, Ebû Ishaqê Teberî. 6- ‘Ebdullah korê Mu’ellim, Şêxê Mufîd, wefatkiriyê sala 413 h.
Hinek ji feqiyên Seyidê Rezî: Seyidê Rezî gelek feqî gihandine derecên bilindê ‘ilm û zanînê û mirovên pir bereket li ber destê wî rabûne, hinek ji wan ev in: Şêxê Tûsî, wefat 460 h. Ibn Quddame, wefatkiriyê 486 h. Seyid ‘Ebdullahê Curcanî, Ebûbekirê Nîşabûrî yê Xuza’î, Seyid Eb-ul Hesen bin Bendar û ...
Wefata Seyidê Rezî: Ev Seyid û seydayê giranqedr li 6-ê Muherrema sala 406-ê hicrî yê heyvî di temenê 47 saliyê de li Bexdayê wefat kiriye û bedena wî ya şerîf li mala wî de li mehela Kerx ya Bexdayê hatiye veşartin. Evî seydayî jî pê eser û dewsên paş xwe ve hiştîn wek bab û kalkên xwe yên qenc û zana navê xwe li tarîxê de hişt, ku çi caran nayê ji bîr kirin.
Eser û şûnewarên Seyidê Rezî: Em dikarîn ji dû aliyan ve li ser eser û şûnewarên vî seydayê giranqedr baxivîn:
1- Eserên nivîsandî. 2- Eserên nehatîn nivîsandin. Ji nav eserên wî yên ne ji qismê nivîsarê, em dikarin behsa medresa wî ya bi navê “Dar-ul ‘ilm” bikîn, li vê medresê de gelek ’alim û zana hatine terbiyet kirin û heta bi 150 sala paş wefata wî jî evê medresê dewam kiriye û ’alimên mezin wek “Şêxê Tûsî” ji vê medresê rabûne.
Ema eserên wî yên nivîsarî jî pir in, eva eserên wî yên pir biha, navê wî li nav komgeha ’ilmî de sax hiştiye û herçend bedena wî ne li nav wan de ye lê belê navê wî her li nav nava de heye û wek stêrê dibiriqê. Merhûmê Emînî li kitêba Xedîrê de ji 19 eserên wî yên edebî, tarîxî, riwayî û Qur’anî nav biriye, ku: “Mecazat-u asar in nebewiyye”, “Muteşabihat-ut tenzîl”, “Me’anî-el Qur’an”, “Resail,” “Dîwana şi’ran” û ev kitêba giranbiha ya li destê we da, yanî “Nehc-ul belaxe” ji eserên qelemî yên wî ne.
Nehc-ul belaxe: Ibn ebî Hedîd ku şerhek ji Nehc-ul belaxê ra nivîsiye dibêjê: “Ev kitêb, bin kelamê Xwedê û ser kelamê beşer ra ye”. Seyidê Rezî ev kitêba hedîsî, ‘eqîdeyî, ’ilmî, exlaqî, ictima’î û edebiyatî li sê qismeta de ji kelamê mîrê bawerdara Imam ‘Elî (s) berhevê serhev kiriye.
Qismê ewil: 241 xutbe û axaftinên mîrê bawerdara ne.
Qismê duwê: 79 name û nivîsokên mîrê bawerdara ne ku ewî (s) ji dost û dijmina ra nivîsîne.
Qismê sisiyê: 480 gotinên kurt û bi ĥikmet in ku ji nav axaftinên wî hatine bijartin.
Seyidê Rezî bi xwe dibêjê: Ev axaftinên li vê kitêbê de hatîn kom kirin ne hemî axaftinên Imam ‘Elî (s) in; belkî hinek ji axaftinên wî ne ku ji cihet “fesahet û belaxetê” ve pir hêjayî ne. Ji ber vê yêkê hûn dibînin hinek xutbe ji dû sê rêzka ne zêdetir in, û hemî kes dizanê ku xutbeyek eger bê xwendin, muheqeq ji wî qasê hatî nivîsandin, dirêjtir e. Delîlek dî jî li ser vê gotinê ev e ku navre navre her car dinivîsê: “we min xutbetin lehu ’eleyhi sselam- yanî: Hinek ji axaftina wî ye” evahe jî nîşan didê ku axaftina wî hemî ne nivîsî ye.
Hafizên Nehc-ul belaxê: Ji zemanê cenabê Seyid Rezî (re) heta îro rojê gelek kes hebûne ku Nehc-ul belaxe ji ber kirine. Ji xeyrî vê jî çiko bi çavê kitêba “riwayî” li vê kitêbê tê nêrîn ji kevin de heta niha ’alim û zanayan bi hayjêman, ev kitêb nivîsîne û dest û dest gerhaye û heta îro hatiye parastin û gihaye destê me jî. Ser gotina ’alimên lêkol, 167 nusxên pir kevin ji Nehc-ul belaxê li kitêbxanên seraserê dinyayê de hene. Jiber kirina Nehc-ul belaxê ji zemanê saxî ya Seyidê Rezî ve despê kir û heta îro berdewam e û berew zêde bûn e. Qazî Cemaluddîn Muhemmed bin Huseynê Kaşanî yêk ji wan kesa ye ku li zemanê saxî ya Seyidê Rezî de Nehc-ul belaxe jiber kiriye, her wiha navê zanayên hêjayî: Muhemmed Farûqî û seydayê pir zana Seyid Muhemmedê Yemanî û tarîxzan û edîbê meşhûr Şêx Muhemmed Hesenî yê Amulî li nav jiberkerên Nehc-ul belaxê de hatine nivîsandin.
Şerhên Nehc-ul belaxe: Ji ber biha dana vê kitêbê, ji aliyê ’alimên zanave wek çawa gelek kesa ev kitêb jiber kirîn, geleka jî şerh û haşî jê re nivîsîne, ser gotina lêkolên Nehc-ul belaxê, heta niha zêdetirê ji 400 şerh û haşî li ser vê kitêbê hatine nivîsîn û bi gelek zimanan hatiye tercume kirin.
Xweyê kitêba Xedîrê (c4. R,192-186) dibêjê: Şerh kirina Nehc-ul belaxê ji çaxê Seyidê Rezî ve despê bûye û hevçaxê wî cenabê Seyid ‘Elî yê Nesr ewilîn kes e ku ev kitêb şerh kirî. Piştre jî evî karî dewam kiriye.
Hinek ji nivîserên van şerha:
Fezlullahê rawendî, wefatkiriyê 511 h.
Eb ul hesenê beyheqî, wefat: 516 h.
Qutboddînê rawendî, wefat: 573 h.
Muhemmedê korê ‘Omerê Teberî, wefatkiriyê sala 606 h.
Ebo hamid Izzeddîn, meşhûr biyî bi ibn ebî hedîd, wefatkiriyê sala 655 h.
Ibn saî yê bexdadî, wefatkiriyê 674 h.
Ibn meysemê behranî (sê şerh nivîsîne, mezin, navincî û biçûk) wefatkiriyê 679 h.
Se’dudîn mesûd bin ‘Omerê şafîî Teftazanî wefatkiriyê sala 791 h.
Seyid ‘Ebdullahê Şubber (du şerh nivîsîne) wefatkiriyê sala 1242 h.
Hecî hebûbolahê xwiyî (xweyê minihac ul beraê) wefatkiriyê sala 1356 h.
Şêx Muhemmed ‘Ebduh ê Misrî, wefat kiriyê sala 1323 h.
Kûrdî ya Nehc-ul belaxê: Ev kitêba giranbiha ku bi vî awayê rêk û pêk, ketiye destê we ‘ezîzên ferheng dost da, zehmetek pir zêde pêve hatiye kêşan heta bi vî awayî hatî hazir kirin. Min, wergerandiye ser zimanê Kûrdî, pê re komekî ji ehlê qelemê li ser kar kirine, hineka Kûrdî ya wê serast kirine û hineka metin raber kirine digel tercumê û hineka ew pê kampyuterê nivîsîne û xeletên wê girtine û durist kirne. Karên hazir kirnê li muessesa Seyda û li bin çavdêrî ya Seyda Seyid Mubarekê Huseynî de pêk hatiye heta bi vî şiklî çap bûye û ketiye destê we xwendevana da.
Seyda û zanayên ku Nehc-ul belaxe dîtine, dizanin ev kitêb kitêbekî pir giran û çiqa tu bêjî me’na wê zehmet e, pêkve fesahet û belaxet e û kelîmên ku têda bikar hatîn pir xerîb û gohlê nebûyî ne, bo nimûne em dikarin ji pê heshana giranî ya me’na Nehc-ul belaxê ra misalekî bidin: Cenabê Subhî Salih, seydayê edebiyat û ilahiyata zanîngeha Lubnanê ji bona wî qasî ku ehlê lêkolînê piçekî rihet bibin bo fêhm kirina vê kitêbê, luxet û bêje yên wê me’ne kirne. Carna li ristkek 6 kelîmeyî de ihtiyac zaniye ku 5 kelîmên wê me’ne bikê (binêrin: Xutba 165 û 195). Carna jî li axaftinek 18 rêzik de lazim zaniye ku 38 kelîman ronahî bikê (binêrin: x. 91-eşbah).
Li tehqîqa wî de ku ev kitêb li 500 ruperên biçûk de hatiye çap kirin, lazim dîtiye ku 5031 kelîme bên me’ne kirin, yanî ji bona mirovên ‘Erebî zan û seyda û ehlê ’ilmê jî lazim dîtiye ku li her ruperî de deh kelîman me’ne bikê heta bikarin behrê jê bibin û me’na wê bizanin.
1. Ewên li ser Nehc-ul belaxê kar kirîn dizanin ku evê kitêbê nusxên zehfî hene, li nav van nusxan de min nusxa cenabê seyda “Subhî Salih” bijart û tercume kir. Helbet li cihên lazim de min jimara nusxa seydayê “Feyzul Islam” jî daye. Her wiha li dûmahîkê de jî me cedwela ixtilafa çar nusxan aniye.
2.Tercume û tehqîq li ser metnê ‘Erebî yê kitêbê pêk hatiye.
3. Ez pir xebitîme ku ji aliyekî ve ‘eynî me’na ‘Erebî bêy kêm û zêde kirin bînim û ji aliyê dî ve jî ji bona rihet fêhm kirnê û rewan bûnê gûrekî edebiyata Kûrdî pêve biçim.
4. Li despêka xutbe û naman da, carna zêdetirê ji qasê li kitêbê de hatî, hinek zanînên lazim min lê zêde kirne, û ji bona tevlîhev nebûnê min ew kiriye di navbeyna heyvokê da.
5. Ne ez û ne hevalên dî ku arîkarî kirine, nabêjin ku ev kar kêmasî têda nîne, û heta em nabêjin jî ku ji vê baştir çênabê. Lê gotina me ev e ku em bi niyetek pak pir xebitîne ku kêmasî yên vî karî kêmtir bin. Û Xwedê kerem dikê: “Kes zêdeyê ji karîna xwe ne berpirsyar e”.
Li vêderê ez ji hemî zana û lêkol û ehlê ’ilmê dixwazim ku eger kêmasiyek ket ber çavê wan ji me ra bêjin de ku bi hez kirina Xwedê em ewê li çapên dî de rast û durist bikîn, Xwedê ji we razî bê.
seyda@seydan.com
Seyid ‘Elî yê Huseynî yê BOHTÎ
Remezana sala 1425 h. heyvî
Beraberê sala 2005 mîladi